Bi deh hezaran îşxalker bi taleba peymana pevguhartina êsîran daketin kolanan
Hat ragihandin di serî de li Tel Avîva ku di bin îşxalê de ye û her wisa li gelek herêm û bajarên din ên îşxalkirî bi deh hezaran îşxalker bi taleba peymana pevguhartina êsîran daketin kolanan.
Xwepêşandêr ji hikûmeta Binyamîn Netanyahuyê îşxalker daxwaz kirin ku berî kêlîkê peyman bê kirin da ku êsîr bên pevguhartin
Xwepêşandêr li Tel Avîv û Hayfayê hinek rêyan ji trafîkê re girtin.Televîzyona Kanal 12 ku kanal medyaya îşxalê ye derbarê xwepêşana ku hat lidarxistin de got ku heta îro xwepêşaneke wisa qelebalix nehatiye kirin.(ÎLKHA)