• DOLAR 33.993
  • EURO 37.872
  • ALTIN 2822.808
  • ...
SON DAKİKA
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 40 hezar û 939an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 335emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 61 kes şehîd kirin û 162 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 939an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir