• DOLAR 34.095
  • EURO 38.115
  • ALTIN 2833.827
  • ...
Li Stenbolê li dijî rêxistinên sûcdar operasyon hat kirin: 29 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di operasyonên Kuyu-29an de 29 şikdar hatin qefaltin.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Di 27ê Tebaxa 2024an de li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê di navbera du rêxistinên sûc a organîzeyî yên neyarê hev de 2 kes di pevçûna çekdarî de birîndar bûbûn, di 20yê Tebaxa 2024an de li navçeya Bahçelîevlerê di encama şerê çekdarî de E.K.yê endamê rêxistinê bû hatibû kuştin û 1 kes birîndar bûbû, di 20yê Tebaxa 2024an de li Bahçelîevlerê li ber Nexweşxaneya Dewlet a Bahçelîevlerê di encama pevçûnê de polêsek, cendermeyek, wezîfedareke ewlehîya taybet û 2 welatîyên me yên sîvîl tev de 5 kes birîndar bûbûn, li dijî van rêxistinan,

Di Koordînasyona Serokatîya KOM a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê de; di encama xebatên ku ji teref Midurtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Organîze ya Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ya Stenbolê ve hat kirin de li dijî 2 rêxistina sûc a organîzeyî ya ku li giştîyê Stenbolê fealîyetan dike operasyona ‘Kuyu-23’ hat lidarxistin.

Di operasyonê de, 2 heb Keleşkof, 9 heb çekên bêrihset, 3 heb motorên hatibûn dizîkirin, wesayîtek ku di çalakîyan de tê şixulandin, wesayîteke ku hatibû dizîkirin, 4 heb maskeyên reş, 2 heb êlegên bizirx û gelek fişek hatin bidestxistin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir