• DOLAR 34.121
  • EURO 38.085
  • ALTIN 2869.727
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç, di Serokatîya Bajêr a Mêrsînê de bi xelkê re hat cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku ji cîhên cuda yên Mêrsînê hatin avahîyê gelek pirsgirêkên cuda anîtin ziman, bi taybetî pirsgirêkên zehmetîya aborî, nezewicîna ciwanan û xerabûna exlaqa civakê hatin gotûbejkirin. Dînçê ku pirsgirêkên welatîyan gohdar kir, li cem xwe notan girt û diyar kir ku ew ê van pirsgirêkan ji rayedaran re bînin ziman û di warê çareserîyê de jî bibin şopîner.

Welatîyên ku di civînê de zehmetîya sektora çandinîyê anîtin ziman, îfade kirin ku ji ber zêdebûna malîyetan hilberîn gelek zor û zehmet bûye, ciwan jî qala zehmetîya dîtina kar û zewacê kirin.

Di hevdîtinê de di warê ciwanan de bal hat kişandin ku ew berîya zewacê bi gelek astengî û zehmetîyan re rûbirû dimînin, bi tayebetî mesrefên zêde yên dawetê, bêkarî û fîyetên kirê hatin îfadekirin.

Faruk Dînç îfade kir ku van pirsgirêkan li ser ciwanan zextekî mezin çêdike, ji ber vê yekê divê mekanîzmayên desteka hem meddî hem jî menewî bêne çêkirin û pêşvebirin.

Welatîyan bal li ser xerabûna exlaqa civakê kişandin. Ferdîbûna ku roj bi roj zêde dibe, xerabûna sazîya malbatê û bêexlaqîya di nav ciwanan de çêbûye di warê siberoja civakê de tehdîdekî mezin e.

Dînç di axavtina xwe de îfade kir ku divê ciwan di warê exlaq û menewîyatê de bêne şiûrkirin û îmkanên kar jî bêne zêdekirin, “Divê em di warê hem meddî hem jî menewî de piştgirîyê bidin ciwanên xwe. Divê astengîyên li pêşîya ciwanên xwe rabikin, ev jî tê maneya xelaskirina sibe roja civakê.”

Herî dawîn Dînç di hevdîtina bi welatîyan re de pirsgirêkên wan gohdar kir û destnîşan kir ku ew ê ji bo van pirsgirêkan çaresrîyan çêbikin. Bal hat kişandin ku ew wek HUDA PARê daîma li cem xelkê bin û ew ê bernameyên ewakî bi sîstematîkî dewam bike. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir