Li Nîjerê şilî bû sedema lehîyê: 273 mirî
Li Nîjerê şilî bû sedema lehîyê, di encamê de 273 kesan canê xwe ji dest dan, gelek cîh zerarê dîtin.
Herêmên Tahoua û Maradîya Nîjerê, herêmên herî zêde ku ji lehîyê tesîrdar bûne ne.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Parastina Sîvîl ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji ber lehîyê 273 kesan canê xwe ji dest dane, 95 hezar malbat jî mecbûr man ku malên xwe terk bikin.
Cîhên şênîyan ji ber lehîyê zerarê dîtin û heywanên di cotgehan de jî telef bûn. (ÎLKHA)