• DOLAR 34.095
  • EURO 38.119
  • ALTIN 2842.772
  • ...
Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Girherîna navçeyê di dema nimêja Înê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du koman de ji ber nerazîbûnê nîqaş derket û dûre ew nîqaş ji şerê çekdarî re vegerîya.

Di encama şerê çekdarî de F.Ç. canê xwe ji dest da, U.Ç, S.Ç, A.Ç, M.Ç, A.R.Ç, H.Ç, N.Ç, M.Ç, A.Ç jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku di encama xebatan de 12 şikdar jî hatin binçavkirin û tehqîqata derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir