• DOLAR 34.019
  • EURO 38.043
  • ALTIN 2831.263
  • ...
Artêşa îşxalê li Şerîaya Rojavayê malbatan bi zorê ji cîhê wan dike û xanîyên wan xera dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkeran, li Cenîn û Tulkerîma Şerîaya Rojavayê îşxal û êrîşên xwe didomîne.

Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst, li Derdorê Camîya Ensarê hinek malbatên Fîlîstînîyan bi zorê xera dikin û wan malbatan jî bi rozê ji cîhê wan dikin.

Leşkerên îşxalker, dûre bi teqemenîyan malekî bombe kirin.

Li Tulkerîma bakurê Şerîaya Rojavayê, mala aîdê ed-Dewşa Fîlîstînîyan bi teqemenîyê xera kir.

Artêşa îşxalê ji 28ê Tebaxê vir ve li Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh dabû destpêkirin û heta niha li Cenînê 19, li Tûbasê 9, li Tulkerîmê 7, li El Xelîlê 3 tev de 33 Fîlîstînîyan qetil kirin, 130 kesan jî birîndar kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir