• DOLAR 34.074
  • EURO 38.1
  • ALTIN 2834.007
  • ...
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 40 hezar û 861an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 334emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 42 kes şehîd kirin û 107 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 861an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 398an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir