• DOLAR 34.077
  • EURO 38.133
  • ALTIN 2833.325
  • ...
Kremlîn: Tirkiyeyê serledana endamtiya tam a li BRICSê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Demî yê BRICSê yê Rûsyayê Yuriy Uşakov di 9emîn Foruma Aborî ya Rojhilat de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Uşakov der barê îdiayên ku di van demên dawîn da di rojevê da ye ku dibêjin Enqere ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kiriye got, "Tirkiyeyê ji bo endamtiya tam daxwaznameya xwe pêşkêş kir."

Uşakov got ku daxwaza Enqereyê wê ji aliyê welatên BRICS ve bê nirxandin.

Uşakov diyar kir ku Serokkomar Erdogan daweta Rûsyayê ya ji bo beşdarbûna Zîrweya BRICSê ya li Kazana Komara Tatarîstanê qebûl kir û wiha got: "Pêşniyaz ji bo aliyê Tirkiyeyê hat şandin û Erdogan jî qebûl kir."

Zîrweya 16. a BRICS ku bi mazûvaniya Rûsyaya serokatiya demkî tê lidarxistin, wê di navbera 22-24ê Cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir