• DOLAR 34.039
  • EURO 37.985
  • ALTIN 2826.456
  • ...
Ji Misrê ji Netenyahûyê re berteka “Korîdora Philadelphiayê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Misrê bertekê nîşanî axaftina qaşo serokwezîrê rejîma îşxalker a siyonîst Binyamîn Netenyahû ya ku behsa mayîna leşkerên îşxalê ya li Korîdora Philadelphiayê ya ku di navbeyna Xezze û Nîvgirava Sînayê ye da.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misrê da hat destnîşankirin ku Netanyahu bi bikaranîna navê Misrê, hewl da ku bala raya giştî ya rejîma îşxalker bikişîne, ji bo hewldanên pêşîgirtina li peymana agirbestê, lihevkirina pevguhertina êsîran û têkbirina navbeynkariyê dike.

Netenyahû di axaftina xwe ya ku roja duşemê kiribû de, tevî ku ev yek tê wateya binpêkirina peymana aştiyê ya sala 1979 di navbera rejîma îşxalker û Misrê de biryara xwe ya nevekêşana leşkerên xwe ji Korîdora Philadelphia parast. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir