Li Sêwasê otobusa rêwîyan qulipî: 24 birîndar
Li Sêwasê di qezaya kû otobûsa rêwîyan qulipî kêleka rê de 24 kes birîndar bûn.
Qeza di seet 22.00an de li Îmranli ya navçeya Sêwasê pêk hat.
Otobûsa rêwîyan a kû ji Enqereyê ber bi Wanê ve diçû, li herêma Kemreluya girêdayî navçeya Îmranliya rêbeja Sêwas-Erzînganê ji ber winda kirina hakimiyeta direksîyonê qulipî.
Li ser agahdayînê ekîbên tendirustî, cendirme, polîs, îtfaiye û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Di qezayê de 24 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyên derûdorê.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)