• DOLAR 34.1
  • EURO 38.022
  • ALTIN 2802.841
  • ...
Li Stenbolê 600 hezar xanî di bin xeteraya hilweşînê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbola ku zanyaran hişyarî dabûn dibe ku erdhejên 7 an jî zêdetir çêbibe, ji pêncan yekê avahîyan, yanî 1,5 mîlyon di bin xetereyê de ne.

Di erdhejeke muhtemel de 600 hezar xaniyên ku 2,5 mîlyon mirov tê de ne di bin xeteriya hilweşînê de ne. Rojeva yekem û lezgîn a bajarê mega veguherîna bajarî ye.

Kampanyaya Nvêyç Wê Ji Me, ku li Stenbolê bi piştgirîya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îqlîmê hat destpêkirin, rehetiyek mezin dide kesên ku dixwazin niştecîhên xwe yên xeternak veguherînin. Welatiyên ku ji bo her malekê bi tevahî 1,5 milyon TL alîkarî û krediyê werdigirin dikarin avahiyên xwe ji nû ve ava bikin.

Di serîlêdana ewil a di navbera 26ê Nîsana û 2yê Hezîrana sala borî de ji bo 106 hezar û 225 avahî û milyonek û 225 hezar û 63 beşên serbixwe bi rêya e-dewletê daxwaz hatin komkirin. Serdema nû ya kampanyayê di 8ê Tebaxê de dest pê kir û niha bê sînor daxwaz tên komkirin.

Di çarçoveya projeyê de ji xwedî heq re 700 hezar TL hîbe, 700 hezar TL kredî û 100 hezar TL jî piştgirîya tehlîyeyê tevahî 1,5 mîlyon TL piştgrî wê bê dayîn. Vegerandina krediyê 2 sal piştî wergirtina destûra avahiyê dest pê dike. Bi serdema kampanyaya nû re, wê daxwaz êdî bêyî ti sînorkirinên tarîxa serîlêdanê werin berhev kirin. Dê parkkirin û stargeh ji metreçargoşeya projeyê bê derxistin. Ji sedî 30 ê desteka ku ji bo peymankar tê dayîn, dema ku xebat dest pê bike dê bi pere bê dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir