• DOLAR 34.1
  • EURO 38.022
  • ALTIN 2802.841
  • ...
Çalakiya fînalê ya civînên parqê li Rezan hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fealiyetên parkê yên ku ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajarê Diyarbekirê ve ji bo neslê li dijî fealiyetên fesad ên ku li dijî ciwanan tên kirin bên parastin û malbat karibin bi zarokên xwe re kêf bikin hatin destpêkirin li navçeya Rezan gihîşte dawiya sezonê.

Bernameya fînalê ya ku li Parqa Yenîhalê ya Navçeya Rezan a navenda Diyarbekirê hat lidarxistin bi tîlaweta Quranê ku ji teref Muhammed Emîn Yilmaz ve hat xwendindest pê kir.

Bername bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir û Fatîh Taş li ser girîngî û wateya rojê axivî û diyar kir ku ew bi çalakiyên parqê yên ku Ciwanên Azad li dar xistiye nîşanî mirovan dide ku çawa di hawîrdoreke rewa de kêf û şahî tê kirin. Di pergala ku di mejiyan de hatiye avakirin de keyfxweşî weke ketina nava gunehan an jî kêfa riyên gunehkar tê fêhmkirin, lê di mijara Mislimanan de jî destnîşan kir ku ji bo kêfa jiyana di nava xeleka helal de rêyeke zelal heye.

Taş di axaftina xwe de têkoşîna li hemberî fealiyetên gendeliyê yên ku ji aliyê Ciwanên Azad ve hatine destpêkirin li ser ayeta "Ew ciwanên ku bi Rebbê xwe bawer kirin" kurt kir û weha got: "Li qesra zilmê ji qral û dijminên tund re 3 ciwanan dînê Tewhîdê ya Xwedê qîriyan. Îro jî xizmetkarên emperyalîstan li welatên misilmanan bi hemû hêza xwe fesadê dikin, ji bo nesla me xera bikin dixebitin. Em jî ev xebata ku Ciwanên Azad derxistîye holê bi teqdîrî pêşwazî dikin.”

Taş di dawîya axavtina xwe de weha got, "Ev cewhera mirovan e, di civakên Misilmanan de hinek prensîb û rêgez hene, lê dema em li kolanan û heta li malên xwe dimeşin, em bi şêwazeke jiyanê ya ku Rojava hewl dide ferz bike re rû bi rû dimînin. Di vî warî de, Ciwanên Azad ala reformê bilind kirin. Em reformxwazên civakê ne û ya ku divê bibe ev e. Em hewl didin ku di nav sînorên ku Xwedayê mezin destnîşan kiriye de bihêlin. Dema ku her kes gazincên xwe ji nîzama nelirêt û gemar dike, yek jî ji bo sererastkirina tiştekî nake. Ciwanên Azad ev mîsyonê girtîye ser milê xwe. Em jî ji ber ev fealîyetên wan ji wan re teşekur dikin.”

Hunermendên Ozlem Ajansê jî piştî axaftina Taş îlahî û awazan gotin.

Bername piştî pêşbirk û çalakiyên ji bo zarokan bi pêşkêşkirina diyarî û duayan bi dawî bû. (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir