• DOLAR 34.087
  • EURO 38.131
  • ALTIN 2846.967
  • ...
Îşxalkerên sîyonîst bi wesayîtê li ser cenazeya Fîlîstînîyekî derbas bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên artêşa îşxalker a li Cenînê di roja 5emîn de berdewam dikin, wesayîta leşkerî di ser kalekî Filistînî ku li Taxa Rojhilatê ya Cenînê ji aliyê îşxalkeran ve hatibû qetilkirin derbas bû.

Hat diyarkirin Filistînîyê ku bi wesayîta leşkerî hat pelçiqandin Tevfîk Qendîlê 82 salî ye.

Hat ragihandin ku ekîban nehiştin cenazeyê Qendîlê ku bi nexweşiya Alzheîmerê ketibû û ji aliyê artêşa îşxalker ve hatibû qetilkirin, bigirin û cenaze bi saetan li erdê ma.

Siyonîstên îşxalker di 28ê Tebaxê de, êrîşa xwe ya herî tund û berfireh piştî “Întîfadaya 2yemîn” a sala 2002an ser kampên penaberan li bajarên Cenîn, Tulkerîm û Tûbasê li bakurê Şerîaya Rojava ya îşxalkiî kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir