Li Papua Gîneya Nû di mezinahiya 6,4an de erdhejek pêk hat
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 57 kîlometre li başûrê bajarê Pangunayê ye.
Li Girava Bougainville ya Papua Gîneya Nû di mezinahiya 6,4an de erdhejek pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê di erdheja ku bi kûrahiya 41 kîlometreyan pêk hatiye de ti ziyanên canî û madî çênebûne. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn. (ÎLKHA)