• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Li Komarîya Domînîkê qamyon li dikanê qelibî: Herî kêm 11 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî çavkanîyên herêmî qeza, li bajara Las Yayasa girêdayê wîlayeta Azuayê pêk hat.

Hat diyarkirin qamyonekî ku bi lez diçû ji nişka ve ji rê derket û li dikanekî qelibî û bû sedema mirina gelek însanan.

Rayedarên herêmî destnîşan kirin ku heta niha 11 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûn, dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

Li gorî agahîyên ku ji rayedaran hatine bidestxistin dibe ku qeza ji ber xerabûna qamyonê an jî eraqê pêk hatibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir