Rejîma îşxalê 36 Filistînîyên din jî desteser kir
Hat ragihandin di encama êrîş û serdegirtinên ku li Şerîaya Rojava û Qudsê hatin kirin de 36 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin desteserkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma siyonist li Quds, Ramallah, Tulkerîm, Nablus û Erîhayê bi ser bi dehan malan de girt û herî kêm 36 Filistînîyan desteser kir.
Kluba Êsîrên Filistînî û Komîsyona Pêwendîyên Bi Êsîran û Êsîrên Berê re jî derbarê mijarê de diyar kirin ji 7ê Cotmehê ya sala 2013yan vir ve 10 hezar û 400 Filistînî hatin desteserkirin.(ÎLKHA)