Li Amerîkayê qeza: 7 mirî 37 birîndar
Di encama qezaya ku li Amerîkayê pêk hat de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.
Qeza li parêzgeha Mîssîssîppîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji kontrolê derket qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)