• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 691an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 330 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 5 qetlîamên ku di 48 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 89 kes hatin şehîdkirin, 205 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 691 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 94 hezar û 60 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir