• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
25 kesên ku bi bultena sor dihatin gerîn hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi koordînasyona Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Ewlekariyê, Midûriyeta KOM û Daîreya Înterpol Europolê; Hat ragihandin ku li Antalya, Bûrsa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Sakarya, Samsûn û Trabzonê ji teref Midûriyeta Şaxa KOMê ya Parêzgehan û Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Deriyên Sînor operasyonên "Bal-21" hatin organîzekirin.

Di operasyonan de 25 şikdarên ku ji aliyê 18 welatên Elmanya, Awûstralya, Azerbaycan, Fas, Hollanda, Iraq, Îran, Îtalya, Kazakistan, Kirgizistan, Komara Kore, Mongolya, Moldova, Ozbekistan, Rûsya, Sûriye, Tirkmenistan û Urdun bi Peyama Sor a Înterpolê dihatin gerîn hatin girtin.

Hat diyarkirin gumanbaran; ku ew ji ber sûcên endamtiya rêxistinê kirine, bazirganiya narkotîkê, kuştina bi qest, desteserkirina azadiyê, sûcên zayendî, sextekirina belgeyên fermî, sextekarî, şofandina pereya nepaqij, bazirganiya mirovan û qaçaxçîtiya koçberan dihatin gerîn.

Şikdaran, hat teslîmkirin Mudurtiya Revebirina Koçê û li wir jî karên derxistina derveyî welat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir