• DOLAR 34.126
  • EURO 38.104
  • ALTIN 2873.56
  • ...
Wezîr Fîdan: Hukûmeta Netenyahû bi agir dilîze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ji bo tekilîyên fermî çû Lublîyanaya payexta Slowenyayê.

Wezîr Fîdan di çarçoveya zîyareta xwe de bi Tanja Fajona Alikara Serokwezîra Slowenyayê, Wezîrê Karên Derve û Karên Ewrûpayê ve hevdîtin kir.

Wezîr FÎdan di civîna çapemeniyê de qala êrîşên rajîma siyonîst a li ser Xezzeyê kir û got, “îsraîl li Xezzeyê jenosîdê dike.”

Fîdan got, “îsraîl mirovên li Xezzeyê bi sîstematîk birçî û tî dihêle. îsraîlê ku nexweşxane, dibistan, mizgeft û dêran dahî bombe dike, tevahiya norxên însanî davêje bin lingan. Hukûmeta Netenyahû bi agir dilîze. Her kesê di mijara Xezzeyê de bêdeng dimîne di bin webalê de ye.”

Fîdan di dawî de got, “îsraîl wehşeta sîstematîk ali Xezzeyê tê kirin, mixabin vadiguhêze Şerîaya Rojavayê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir