• DOLAR 34.126
  • EURO 38.124
  • ALTIN 2873.621
  • ...
Bêhezimtîya CHPyê ya li dijî nirxên Îslamî dîsa xwe pêş da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî şehîd kirina Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Platforma Qudsê ya ku ji teref gelek saziyên civaka sivîl a li Entabê hatibû damezrandin, postera şehîd Îsmaîl Heniyye li Qada 15ê Temmûzê hat daliqandin. Komeke CHPyî bi kîn û sloganên dijminatî poster hat daxistin avêtin erdê.

Zîhniyeta CHPyê ya ku her tim êrîî nirxên Îslamî ya gel dike, bêhezimtîya xwe ya li dijî şehîd Îsmaîl Heniyyeyê bi kesayetiya xwe ya Îslamî dihat naskirin pêş da.

Parlementerên CHPyê bi qesda Şehîd Îsmaîl Heniyye gotin, “Ev zilam ne ji nirxên me ye” kîn û hesûdîya xwe derxistin holê, nirxên Îslamî yên gel tune kirin.

Parlementerên CHPyê û Serokê Şaredarê Şehîtkamilê yê CHPyê bi bihaneya 30ê Tebaxê Cejna Serketinê ji bo şovê postera Şehîd Heniyyeyê bi kîn û nefret ji qadê daxistin.

Koma tund a CHPyiyan a ku posterê Şehîd Heniyye bi siloganên "Em leşkerên Mistefa Kemal in" daxistin, bi daxistina afîşê û bi lingên xwe nefret avêtin ser afîşê.

Daxistina afîşê li qadê ji aliyê gelê Entabê ve rastî bertekê hat.

Ev helwesta parlamenterên CHPyê careke din nîşan da ku zîhniyeta wan a li hemberî Îslam û nirxên Îslamî neguheriye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir