• DOLAR 33.999
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2829.958
  • ...
Weqfa Êtîman alikarîya qirtasiyeyê bi dehan xwendekaran kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm û sêwiyan xebatên alîkariyê li dar dixe, xwendekarên ku wê di sala nû ya perwerdehiyê de dest bi dersê bikin jî ji bîr nekir.

Koordînatorê Giştî yê Weqfa Etîman Cemîl Cahît Ûnsal der barê xebatên alîkariyê yên qirtasiyeyê de daxuyanî da û diyar kir ku xebatên alîkariyê bi alîkariya xêrxwazan pêk tên û ji bo bigihêjin girseyên mezintir pêwîstiya wan bi piştgiriya xêrxwazan heye.

"Bi hezaran zarokên sêwî û êtîm li benda me ne"

Ünsal der barê "Projeya Tu Jî Sêwiyeke Perwerde bike" de agahî da û wiha got: "Demsala akademîk 2024-2025 dê bi qasî 2 hefteyan wê dest pê bike. Weke Weqfa Êtîman bi "Projeya Tu Jî Sêwiyeke Perwerde bike" bi qasî mehekê xebat da destpêkirin û bang li xêrxwazên xwe kir. Ji ber ku bi hezaran sêwî û êtîm li benda me ne. Ji ber vê yekê em nikarin li hember destpêkirina dibistanê xemsar bimînin. Ev çend sal in em vî karî dikin û elhemdulîllah ev karekî bi fêde ye. Ji îro pê ve bi piştevaniya xêrxwazên xwe em ji bo bi sedan zarokên êtîm û sêwî radestê qirtasiyan bikin dixebitin.

Amadekariyên me hatin kirin û me dest bi belavkirina wê li zarokên xwe yên sêwî kir. Em spasiya keda xêrxwazên xwe dikin, lê divê were zanîn ku hîna jî bi hezaran sêwî û êtîm hewcedarê me ne. Ji ber vê yekê divê xêrxwazên me di vê mijarê de hestiyar bin. Pêdiviya me bi piştgiriya xêrxwazan heye ku pêdiviyên qirtasiyeyê bigihînin wan.”

Unsal di dawîya gotinên xwe de wisa got, “Bi hêviya ku em îsal jî bi hev re beşdarî perwerde û hîndekariya zarokên xwe yên sêwî bibin. Hevalên me yên ku bixwazin dikarin werin Weqfa me û di dema belavkirinê de bibin alîkar, şahî û kenê li ser rûyê sêwiyan parve bikin û bi çavên xwe bibînin. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ji aniha de bi xêr be.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir