• DOLAR 34.011
  • EURO 38.095
  • ALTIN 2827.08
  • ...
Bagera Şanşanê li Japonyayê xist: 3 mirî, 82 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor nûçeyên medyaya herêmî, di encama şimitîna axê ya ku li bajarê Gamagori yê parêzgeha Aîchî ji ber hewaya germ û şilî ya şeva Sêşemê pêk hat, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji ber bahoza bihêz a ku îro rabû 79 kes li parêzgehên Miyazakî û Kagoshima û kesek jî li parêzgeha Mîe birîndar bûn.

Di vê navberê de, zilamek 60 salî dema ku li nêzî Kagoshîmayê li stargehê digeriya, ket binê avê û winda ye.

Tê payîn ku bahoza Şanşan ji roja Înê ve hêdî hêdî ber bi rojhilat ve biçe û bibe sedema aloziyên zêdetir. Rayedar di nav de barana zêde jî heye hişyariyê didin gel ku ji şert û mercên giran ên hewayê hişyar bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir