• DOLAR 34.099
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2834.991
  • ...
Li Şerîaya Rojava di rojên dawîn de 17 Filistînî hatin qetlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku artêşa dagirker ji Tûbasê vedikişe, piştî dagirkirina sala 2002an di roja duyemîn de êrîşên xwe yên herî mezin li ser bajarên Cenîn û Tûlkarmê didomîne.

Li gorî çavkaniyên tendirustî heta niha di êrîşên li bakurê Şerîa Rojava de 17, li Cenîn 8, li Tulkarm 5, li Tubas 4, zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne. Bi vî rengî hejmara şehîdên Şerîeya Rojava ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve derket 669an.

Li Tulkarmê, hêzên îşxalker êrîşên xwe yên li dijî bajêr berfireh kirin û kampa li kêleka kampa Nur Şems, ku li wir bi ser bi dehan malan de girtin û gelek Filistînî di lêpirsînê de kirin.

Dagirkeran kampa Nûr Şems dorpêç kirin, ketin û derketinê girtin, êrîşî malan kirin û lêgerîn pêk anîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir