• DOLAR 34.091
  • EURO 38.108
  • ALTIN 2834.686
  • ...
ÛNRWA: Di êrîşên îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 212 xebatkarên NYyê hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya ÛNRWAyê, ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve di dema êrîşên rejîma terorê ya îsraîlê de nêzî 464 caran êrîşî saziyên Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê da her çiqas di nav saziyên Neteweyen Yekbûyi da ji milyonek û 500 hezarî zêdetir kesen ku ji cih û warên xwe bûn, rejima îşxalker a siyonîst 464 êrîş birin ser saziyan. Di van êrîşan de 212 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha di heman êrîşan de zêdetirî 563 Filistînî şehîd bûn û hezar û 790 Filistînî jî birîndar bûn. Di encama van êrîşan de 600 hezar zarok ji xwendinê bê par man.

Hat diyarkirin ku li Şerîda Xezzeyê ji ber belavbûna nexweşiyên enfeksiyonê rewşa tenduristî û însanî di rewşeke felaketî de ye.

Ji ber êrişên rejîma îşxalker a siyonîst, di heyama zêdeyî 10 mehan de zêdetirî 40 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir