• DOLAR 34.113
  • EURO 38.151
  • ALTIN 2870.028
  • ...
Li Efxanîstanê dozên sûc ji sedî 30 kêm bûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezaretê Muftî Abdulmetîn Kanî di civîna çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de têkildarî xebatên sala borî yên wezaretê axivî.

Kanî diyar kir ku piştî 40 salan cara ewil li Efxanîstanê ciheke ewle tê jiyankirin û gel bi ewle ji bajarekî derbasî bajarekî din dibe û wiha got: "Bi saya xebatên bêwestan ên hêzên ewlehiyê rêjeya sûc ê li welêt ji sedî 30 kêm bûye."

Kanî diyar kir ku hêzên polîs di vê heyamê de 250 operasyon li dijî bazirganên mirovan pêk anîne, 76 qaçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin û di pevçûnên bi polîsan re 34 kes hatine kuştin.

Kanî da zanîn ku di sala borî de 3 hezar û 643 ton madeyên hişber hatine desteserkirin û got, 790 navendên berhemanîna madeyên hişber, vexwarinên alkol û hebên narkotîkê hatine îmhakirin.

Kanî destnîşan kir ku di van operasyonan de 10 hezar û 564 şikdar hatin girtin, 27 hezar û 891 kes jî sewqî navendên tedawiyê hatin kirin û 17 hezar û 651 hektar erd jî ji çandiniya tabletên hişber hat paqijkirin.

Kanî got, "Par sala borî li firokexaneyên welêt bi bihayê milyonek û 950 hezar dolar, 845 hezar ewro, 4 milyon û 830 hezar rîalê Siûdî û 100 hezar dirhem qaçaxçîtî hat astengkirin. Herwiha 344 kîlo tiryak û zêdetirî yek kîlo zêr û di van bûyeran de 591 kes hatin girtin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir