Mîdîbûsa ku diçû dawetê qelibî: 27 birîndar
Li navçeya Gemereka Sêwasê mîdîbûsek qelibî, di encama qezayê de 27 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mîdîbûsa ku di bin îdareya Y.N. de bû û mirovên ku diçûn dawetê di nav mîdîbûsê de bûn ji ber rêya şimitoqî ji rê derket.
Di encama qezayê de 27 rêwîyên ku di nav mîdîbûsê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlans û helîkopteran ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)