Du ciwanên ku li Şerîaya Rojavayê ji teref îşxalkeran ve birîndar bûbûn şehîd bûn
Li bajarên Tulkerîm û Cenîna Şerîaya Rojavayê du ciwan, ji ber birînên xwe şehîd bûn.
Li gorî çavkanîyên Fîlîstînê Zîyad Muhammed (18) ku di êrîşa îşxalkeran de li Cenînê birîndar bûbû, doh şehîd ket.
Hat diyarkirin ku terorîstên îşxalker dest danîne li ser cenazeya şehîd û hêna jî teslîmê ekîbên tenduristîyê nekirine.
Xeyn ji vêya li bajaroka Sîdona Tulkerîmê jî êsîr Zahir Tahsin Yusuf Raddad (19) ku ew jî birîndar e di Nexweşxaneya Meîrê de şehîd ketîye.
Şehîd Raddad, di 23yê Tîrmehê de li rojhilata Tulkerîmê dema ku îşxalkeran malekî dorpêç kiribûn û bombe kiribûn giran birîndar bûbû.
Klûba Êsîran û Sazîya Minasebetên Êsîrên Berê û Êsîran, daxuyanîyeke hevpar dan û rast kirin ku Raddad di nexweşxaneya Meîrê de şehîd ketîye.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nexweşxaneyên îşxalê de hêna jî Fîlîstînîyên birîndar hene. (ÎLKHA)