• DOLAR 34.09
  • EURO 38.176
  • ALTIN 2849.173
  • ...
HAMASê operasyona Hîzbullahê pîroz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASê di daxuyanîya xwe de weha got, “Em operasyona micahîdên Hîzbullahê ku hem ji bo bersiva serokê cîhadvan Fuad Şukrî hem jî ji bersivdayîna êrîşên li dijî Xezze û Libnanê bikar anîtine û di wê operasyonê de cîhên stratejîk hedef girtine pîroz û teqdîr dikin.”

Tevger weha bal kişand, “Ev bersiva ku bi qewet e û kûrahîya hebûna rejîma sîyonîst xistîye, nîşan dide ku ew ê tu êrîş, terorîzm û canîtîya hikumeta faşîst bêbersiv nemîne.”

HAMASê diyar kir ku ew êrîşa rejîma îşxalker a li dijî Libnanê û sîvîlan hedef digrin bi tundî şermezar dikin.

HAMASê îfade kir ku balafirên rejîma îşxalker hemû peyman û normên navneteweyî îhlal dikin û ji bo herêmê jî tehdîdekî ye. Bal hat kişandin ku ev êrîşên rejîma îşxalker ewlehî û îstîqrara navneteweyî tehdît dike û ew hebûneke heydût in.

Tevger, “ji ber ku êrîşdarîya rejîma îşxalker a li dijî Filistîn, Libnan, Yemen û Iraqê destek dike” Emrîqa jî “hevparê sûca rejîma îşxalker e” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir