• DOLAR 34.067
  • EURO 38.091
  • ALTIN 2833.908
  • ...
Li Meletîyê sempozyuma “Lêgerîna Çareserîyê ya Hareketên Îslamî” hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di serî de ji Stenbol, Enqere, Riha û Semsûrê û her wisa ji gelek bajaran gelek kes beşdarî  sempozyuma ku li salona konferansê ya li Razanxaneya Xwendevanana a KYK ya Îlhan Akinciyê hat tertîpkirin bûn.

Di roja ewil a sempozyumê de bername bi Qurana ku ji teref Dr. Huseyîn Polat ve hat xwendin ve dest pê kir û dûre bi axavtina destpêkê ya Serokê Lijneya Birêveberîyê yê Hareketa Nirx û Însan Zekerîya Şengoz berdewam kir. Piştî axavtina Şengoz, Nivîskar Taha Kilinç û Prof. Dr. Halîs Aydemîr axavtinek kirin û balan kişandin li ser rewşa Xezzeyê.

Di roja duyem a sempozyumê de Doç. Dr. Wehdettîn Işik  û Dr. Newzat Bîrîşîk bi sernavên “Lêgerîna Çareserîyê ya Hareketên Îslamî” û “ Tecrubeya Siyasetê ya Heyama Dawî ya Misilimanan” pêşkêşîyek kirin. Di heman roja sêyem de Aktîvîsyê Filistînî Doç. Dr. Xalid El-Uweysî pêşkêşîyeke bi sernava “Tofana Eqsayê” tertîp kir.

Di roja sêyem de ji teref Nivîskar Ramazan Kaya, Prof. Dr. Abdurrahman Ateş û Mehmet Gunay ve li ser meseleyên ku Mislimanan eleqedar dikin axavtin hatin kirin û bernama bi panela ku di roja 4em de hat tertîpkirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir