Mîdîbûsa ku diçû dawetê qeza kir: 27 birîndar
Di encama qezaya ku li Sêwasê pêk hat de 27 kes birîndar bûn.
Qeza li navçeya Gemeraka Sêwasê pêk hat. Li gorî agahîyên ku wergirtin mîdîbûsa ku diçû dawetê ji ber baran ku barîyabû şemitî û kontrolê derket.
Di encama qezaya ku pêk hat de 27 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)