• DOLAR 33.996
  • EURO 37.716
  • ALTIN 2805.744
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 334an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 323 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 69 kes hatin şehîdkirin, 212 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 334 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 93 hezar û 356 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir