• DOLAR 34.065
  • EURO 38.144
  • ALTIN 2830.501
  • ...
Êsîra sîyonîst Argamanî: HAMASê ji min re îşkenceyê nekir, ez di êrîşa hewayê ya îsraîlê de birîndar bûm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Argamanî destnîşan kir ku ew ji teref endamên Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ve tu îşkenceyekî nedîtîye û wan xeberan derew in.

Argamanî li ser hesaba xwe ya Înstagramê diyar kir ku ew di encama êrîşeke ku ji teref sîyonîstan ve hatîye kirin dîwar li ser wê ketîye û birîndar bûye.

Boa Argamanî diyar kir ku ew nikare ji tiştên ku “çapemenîya îbranî di nav 24 seatên dawîn de ji wê re kirîye” re bêdeng bimîne û ji axavtina xwe re zêde kir ku “ew nikare bibe qurbana çapemenîya îsraîlê”

Êsîra berê diyar kir hemû îfadeyên ku derheqê wê de ji bo dema ku êsîr bû têne gotin rastîyê nîşan nade.

Çapemenîya îşxalê, îdîa kir ku Argamanî dema ku êsîr bûye dûçarê îşkenceyê bûye.

Piştî van xeberan Argamanî bi lez daxuyanîyek da û li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî diyar kir ev îdîa hemûyan derew in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir