• DOLAR 33.991
  • EURO 37.675
  • ALTIN 2792.609
  • ...
Weqfa Êtîman, li Tanzanyayê ji malbatên mihtac re goştê sor belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman ji welatê feqîr Efrîqayê re destê xwe yê alîkarîyê dirêj dike.

Di Cejna Qurbanê de jî Weqfa Êtîman li Tanzanyayê fealîyetên xwe yên alîkarîyê domand, li herêma Vîkuanîya ku 40 kîlometre dûrê Darûsselamê ye, ji bi sedan malbatan re goştê sor belav kir.

Xebatkarên Weqfê zarokên malbatan jî bîrva nekirin û ji wan re jî şekiran belav kirin.

Temsîlkarê Tanzanyayê ya Weqfa Êtîman Abdulvahap Kaplan derheqê xebatan de agahîyan da û destnîşan kir ku ew qurban û eqîqayên ku xêrxwazan dane wan serjêkirine.

Kaplan, diyar kir ku ew ji bona ku rûyê mihtacan kêfxweş bikin li herêmê ne, qurbanên ku serjêkirine jî ji bi sedan malbatan re belav kirine.

Kaplan di axavtina xwe de weha got, “Piştî du hefteyan em dîsa hatin Tanzanyayê û dîsa li ser karên xwe ne. Bi îzna Xwedê em li cîhê ku mane berdewam dikin. Îro dîsa qurbanên ku Weqfa Êtîman wekaletîya wan dane me hene, em ê qurbanên xwe serjêbikin. Malbatên feqîr û êtîm li bêvîya me ne. Bi îzna Xwedê em ê van qurbanên xwe belavê malbatên feqîr û êtîman bikin. Di vî warî de em ji hemû xêrxwazên ku ji me re van alîkarîyan şandine re teşekur dikin, Xwedayê min alîkarîya wan be.”

Kaplan diyar kir ku ew bi pêşevanîya Weqfa Êtîman bi navê Şehîd Îsmaîl Henîyye bîra avê vebikin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir