• DOLAR 34.005
  • EURO 37.693
  • ALTIN 2794.28
  • ...
Li Rihayê qeza: 1 mirî, 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya Dîyarbekir-Sêwregê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 33 NVD 59 ya ku di bin îdareya M.R.Ş. de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê M.R.Ş., M.Y.Ş. (43), Z.Z.Ş. (9) û F.Ş. (41) birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku F.Ş. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir