• DOLAR 34.098
  • EURO 38.083
  • ALTIN 2833.8
  • ...
Îşxalkeran li dijî Libnanê êrîşa asîmanî li dar xistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker di seatên êvarê de bi tevî navçeya Marcayunê li dijî başûrê welat êrîşa asîmanî li dar xist. Balafirên herbê piştî êvarê bajarokên Nakura û Ayta eş-Şaabê hedef girtin.

Hat îfadekirin ku ji çîyayên Ramîye, Nakure, El-Labune û El Allamê re bi topan êrîş hat kirin, ji gundên “Xeta Şîn” re jî fişegên îşaretê hatin avêtin. Balafirên keşfê yên rejîma îşxalkeran jî ji êvarê heta serê sibehê li ser serê gundên Libnanê gerîyan.

Balafirên herbê jî li bajaroka Tuffahtayê herêma Kuseyrîye es-Sîyadê, li navçeya Bînt Cubeylê jî bajaroka Ayta eş-Şaabê êrîşan li dar xistin.

Hîzbullah jî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew Leşkergeha Baranîtê bi topên giran hedef gitrine û hedefên wan îsabet girtîye.

Li gorî çavkanîyên rejîma îşxalker roketeke ku ji Libnanê hatîye avêtin, li Kîryat Şîmonê ketîye xwarê.

Hîzbullahê jî daxuyand ku ew li dijî Kîryat Şîmonê operasyon lidarxistine û hedefên xwe îsabet kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir