• DOLAR 33.92
  • EURO 37.626
  • ALTIN 2782.85
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 265an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 321 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 42 kes hatin şehîdkirin, 163 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 265 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 93 hezar û 144 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir