• DOLAR 33.914
  • EURO 37.628
  • ALTIN 2777.589
  • ...
HAMAS û Cîhada Îslamî: Heta ku îsraîl ji Xezzeyê bi temamî venekişe mitebeqet tineye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Meclîsa Şûra ya HAMASê Muhammed Derwîş û lijneya bi wî re, bi tevî Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Zîyad Nahhale û Alîkarê wî Muhammed el-Hîndî re civînek li dar xistin.

HAMASê di daxuyanîya ku piştî civînê da de weha got, “Sekina xelkê Fîlîstîn û Xezzeyê ev e ku êrîş bi temamî bêne sekinandin, îsraîl bi temamî ji Xezzeyê vekişe, ji nû ve lêkirin dest pê bike û pevguhertineke ciddî ya êsîran bê kirin û bi vê şeklê jî dorpêç bê dawîkirin.”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku divê êrîşên li dijî Xezzeyê bêne sekinandin û îşxalkerên ku li hember însanîyetê sûcan kirîye bê cezakirin, encamên mizakereyên derheqê agirbestê de çi dibe bila bibe, divê lezkirina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re bê garantîkirin.

Hat îfadekirin ku di civînê de rewşa mizakereyan hatin gotûbejkirin û rewşa navbeynkaran jî hat bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir