• DOLAR 33.911
  • EURO 37.588
  • ALTIN 2774.673
  • ...
UNRWA: Li Xezzeyê cîheke ewle tineye, însanên li wê derê li bêvîya mirinê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîfedara Ragihadinê ya Paye Bilind a Xezzeyê ya UNRWAyê Louise Wateridge, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Li Xezzeyê êdî cîheke ewle tineye; însanên li wê derê li bêvîya mirinê ne.”

Wateridge, bal kişand “cîhê ku îsraîl dibêje cîhê ewle ye bûne wek xeta cepheyê” û xelkê Xezzeyê jî “di nav orteya herbê de maye”

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşên xwe yên li Xezzeyê de 16 hezar û 480 jê zarok, 10 hezar û 980 jê pîrek tev de herî kêm 40 hezar û 223 Fîlîstînîyan şehîd kir, 92 hezar û 981 kesan jî birîndar kir.

Tê destnîşankirin ku hêj bi hezaran însan di bin kavilan de ne, di êrîşan de nexweşxane, dibistan û binesazî têne hedefgirtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir