• DOLAR 33.911
  • EURO 37.588
  • ALTIN 2774.673
  • ...
Li Êlihê ji bernameya perwerdahîya nimêjê ya zarokan re dawet hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Uzumcu destnîşan kir ku nimêj wek ku Xwedê jî emir kirîye rêya nîşana herî xweşik ya ebdîtîyê ye, “Rebbê me ku di Qurana pîroz de wesfê ebdên xwe yên mumin diyar dike, piştî îmanê serê ewil nimêjê zikir dike û cîhê nimêjê ya di jîyana me de nîşanê me dide û di Quranê de vê tiştê jî pirî caran dubare kirîye.”

Uzumcu bal kişand ku divê nimêj di navenda jîyana Misilmanan de be, “Em wek Temsîlkarîya Êlihê ya Platforma Nesla Quranê ji bona ku nimêj cîhê xwe yê ku heq dike di jîyana me de bigre û di neslên nû de jî cîhê wî hebe di 26ê Tebaxê-15ê Îlonê de ji bo 15 rojan perwerdehîyek didin destpêkirin bi îzna Xwedê. Her sal gelek zarokên me beşdarî vê bernameyê dibin, li gorî îmkanên xwe em ê vêya di her cîhê de tertîp bikin û di dawîya bernameyê de jî xwendekarên xwe yên perwerdehîyê girtine di bernameyeke fînalê de bînin cem hev û ji wan re demeke xweş bidin jîyankirin.”

Uzumcu di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Di vê dema ku em niha di nav de ne û dijîn de, li hember talûkeyên ku li bêvîya me ne û bi taybetî li bêvîya zarokên me ne dixwazin ku nimêj bibe mertalekî. Ji ber vê yekê em hemû dê û bavên ku di vî warî de hestyar in dawetî bernameyê dikin ku bila zarokên xwe bişînin van bernameyan. Bi vê wesîleyê em wek Platforma Nesla Quranê dibêjin ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ û hemû zarokên xwe dawetî bernameya nimêjê dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir