• DOLAR 34.112
  • EURO 38.087
  • ALTIN 2816.6
  • ...
Li Koreya Başûr ji ber germahîya zêde 28 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Pêşgirtin û Kontrola Nexweşînan a Koreyê ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Koreya Başûr e daxuyand ku ji ber germahîyê 28 kesan canê xwe ji dest dan, 2 hezar û 994 kes jî serlêdana nexweşxaneyan kirin.

Di daxuyanîyê de xeyn ji van agahîyan hat îfadekirin ku 997 hezar heywanên cotgehê jî ji ber germahîyê mirine.

Îdareya Meteorolojîya Koreyê, hişyarî da ew ê xeyn ji rojhilata dûr a Koreya Başûr û Girava Jejuyê di gelek cîhan de heta 29ê Tebaxê germahî tesîra xwe nîşan bide.

Rayedaran ji ber rewşên xerab hişyarî dan ku bila tedbîr bêne girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir