• DOLAR 34.101
  • EURO 38.01
  • ALTIN 2819.495
  • ...
Li Îranê otobûsa ku Pakistanî di nav de bûn qelibî: 28 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku otobûs li ser rêya Dehşîr-Tefta wîlayeta Yezdê ji ber sedemeke ku nediyare qelibî.

Di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan, 14 jê giran 23 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Polêsan Tûxgeneral Seyyîd Teymur Hûseyînî derheqê bûyerê de daxuyanî da û îfade kir ku di sîstema frêna otobûsê de eriza derketîye.

Hat ragihandin ku di nav otobûsê de 51 kes hebûne û ji bona ku beşdarî bernameyên Erbaînê bibin diçûn Iraqê û li Îranê qeza kirine.

Nevîyê Hezretî Muhammed, Hezretî Huseyên di 10ê Cotmeha 680an de (Hîcrî 10 Miharrem 61) li Kerbelayê hatibû şehîdkirin, her sal di “Roja Aşûreyê” de tê yadkirin. 40 roj piştî roja Aşûrayê jî bername têne kirin û ji wan bernameyan re jî “Erbaîn” (Roja Çilemîn) tê gotin.

Bernameyên Erbaînê îsa di 25ê Tebaxê de wê bê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir