Li Xan Yûnisê êrîş hat kirin: 4 şehîd
Rejîma îşxalker li rojhilata Xan Yûnisê komeke Fîlîstînî bombe kir, di encamê de 4 kes şehîd bûn, çend kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên Xezzeyê balafireke bêînsan yê hewayê ya aîdê rejîma îşxalker, li bajaroka Benî Suheyleya Xan Yûnisê mirovên ku li cîhê înternet û şarjkirinê kombûbûn bombe kir.
Di encama bomberdûmanê de herî kêm 4 kes şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku piştî bomberdûmana Kampa Bureycê gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)