• DOLAR 33.898
  • EURO 37.602
  • ALTIN 2775.293
  • ...
Ji pîreka nixûmandî re êrîşa gemar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dijmintîya ji nixûmandinê re ya hinek kesên ku dixwazin zêhnêyeta 28ê Sibatê ji nû ve bidin jîyandin didome.

Li Umranîyeya Stenbolê, pîrekeka bi deqkirî, di nav Metroyê de êrîşî pîrekeke nixûmandî kir.

Pîreka ku neyartîya xwe ya li dijî Îslamê bi êrîşa ji nixûmandinê vedireşe, ji pîreka nixûmandî re got “nixûmandîya q…e” û wê derb kir.

Ev hereketa gemar û qirêj ya pîreka êrîşdar ji teref mirovên derdorê ve bi bertekî hat pêşwazîkirin.

Pîreka bi deqkirî, telefona welatîyê ku digot, “polês tê, neçe cîhekî” avêt erdê.

Pîreka nixûmandî ku ji teref mirovên derdorê ve hat xelaskirin, rapora derbeyê stand û gilîdar bû.

Hat hînbûn navê pîreka êrîşdar Aleyna Çalgici ye û derheqê wê de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku berê jî sûcên “heqaret-birîndarkirin-tehdît-îhlalkirina jîyana taybet” sûcên wê hebûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir