• DOLAR 33.911
  • EURO 37.588
  • ALTIN 2774.673
  • ...
Tûgayên Qessam: Me bi tevî Serîyyeyên Qudsê li Tel Avîvê çalakîya îstîşhadî pêk anît
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qessam li ser Telegramê daxuyand û got, “Em wek Tûgayên Qessamê bi tevî Serîyyeyên Qudsê mesulîyeta çalakîya îstîşhadî ya ku li bajara ‘Tel Avîv’ê hat lidarxistin digrin ser xwe.”

Tûgayên Qessam, bal kişand ger ku qetlîamên rejîma îşxalker, jicîhkirina sîvîlan û polîtîkayên sûîqestan bidome ew ê li ser axên îşxalkirî dîsa çalakîyên îstîşhadîyê bêne rojevê.

Berdevkê polêsa rejîma îşxalker piştî teqîna ku li Tel Avîvê pêk hatibû daxuyandibû ku li ser Ceddeya Lahîyê teqînek pêk hatîye û di encama wê teqînê de mirovekî ku nasnameya wî nayê zanîn canê xwe ji dest daye û kesekî jî birîndar bûye.

Artêşa îşxalê jî di daxuyanîya ku serê sibehê kir de qebûl kir ku teqîna li Tel Avîvê çalakîyeke bombeyî bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir