• DOLAR 33.911
  • EURO 37.588
  • ALTIN 2774.673
  • ...
Mirovê ku dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Sumbul Efendîya navçeya Fatîhê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Ayhan Ozçelîk (40), dema ku di nav erd de dimeşîya dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat.

Ozçelîk, ji stû û çend cîhên dinê birîndar bû.

Xebatkarên şaredarîyê ku bûyerê dîtin, xeberê dan ji ekîbên tenduristîyê re.

Piştî midexeleya ewil Ozçelîk ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Stenbolê re hatin rakirin, lê Ozçelîk digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir