• DOLAR 33.919
  • EURO 37.562
  • ALTIN 2777.57
  • ...
HAMASê ji pêşnîyaza nû ya derheqê agirbestê de bersivê da: Netenyahu astengîyê dike pêşîya agirbestê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASê derheqê mizakereyên agirbest û pevguhertina êsîrên dawîn de daxuyanîyê da.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Piştî ku meleseyên li Dohayê ji navbeyknaran gohdar kir, em cardin bal dikşînin ku Netenyahu astengîyan dike ber pêşîya peymanê û ji bona ku xebatên navbeynkaran asteng bike û herbê dirêj bike şert û daxwazîyên nû teklîf dike.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Netenyahu “Agirbesta mayînde û vekişîna mezin a Xezzeyê red dike, ji bona ku îşxala korîdora Netzarîm û Refahê ku Xezzeyê dike du parçe, korîdora Philadelphiayê ku di navbera sînora Misir û Şerîda Xezzeyê de ye berdewam bike israran dike.”

HAMASê weha got, “Em Netenyahu mesul dibînin ku ew dixwaze mizakereyan beredayî bike, peymaneke ku bê çêkirin asteng dike û jîyana hemû êsîran dike nav talukeyê.”

HAMASê cardin bang kir ku ew ji hisûsên ku di 2ê Tîrmehê de li ser axivîbûn re girêdayî ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir