• DOLAR 34.109
  • EURO 37.938
  • ALTIN 2815.88
  • ...
Li Rihayê bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Quranê, armanc dike ku ji zarokên di navbera 7-10 salî de ne re nimêjê bide hezkirin û vê hezkirinê jî bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp dike.

Di bernameyê de; ji zarokan re agahî û dersên destmêj, nimêj û ehhemîyeta vana hat dayîn.

Ji bernameya fînalê ya ku di Parqa Turgut Ozalê de hat tertîpkirin re malbatên zarokên ku dersên xwe dawî kirine jî beşdarî bûn.

Zarok jî bi tevî pankartên ku li ser dihatin nivîsandin, “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”, “Ronîya Çavan Nimêj”, Nimêj Derîyê Cennetê ye”, “Ez Bêîsot Dikarim Bijîm Lê Bênimêj Nikarim Bijîm” meşek lidarxistin.

Zarokên ku perwerdehîya bernameya nimêjê bi serfirazî dawî kirin, bi tevî cemaetî nimêja înê kirin.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û ji teref hunermandan ve îlahî û qesîde hatin xwendin.

Di bernameyê de bal li ser zarokên ku li Xezzeyê têne qirkirin hat kişandin.

Halîl Îbrahîm Başboga di bernameyê de derheqê ehemmîyeat nimêjê de axavtinek kir.

Bername bi şanoyê berdewam kir û bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir