• DOLAR 34.019
  • EURO 38.043
  • ALTIN 2831.263
  • ...
Li Efxanistanê ji bo zarokên ku hînî nimêjê bûn bernameyeke taybet hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Perwerdehîya nimêjê ya ku ji teref medreseyê ve hat organîzekirin 15 rojan berdewam kir. Exlebeyê zarokên ku beşdarî perwerdehîyê bûn zarokên wan dayik û bavan bûn ku ji teref leşkerên Amerîkaya îşxalker ve hatine şehîdkirin.

 Piştî ku 15 roj qedîyan ji bo bi hezaran zarokên ku hînî nimêjê bûn bernameyek hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Quranê dest pê kir. Dûre zarokên ku hînî nimêjê bûn bi hev re nimêj kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin bi hezaran zarok xwarinên ku ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê ve hatibûn çêkirin xwarin.

“Em ji dê û bavan re tewsîye dikin ku nimêjê bi zarokên xwe bidin hezkirin û zarokên xwe teşwîqî îbadetan bikin”

Koordînatorê Medreseya Darul Ulumê Muftî Hamdullah derbarê bernameya ku hat lidarxistin de nirxandinek kir û wiha got: “Ev tiştê ku tê kirin tiştekî gelekî muhîm e, lewra bi vê bernameyê tê xwestin bê nîşandan ka nimêj di jiyana me de xwedî cihekî çawa ye. Ev yek ji bo zarokan jî wasitaya xelasîyê ye. Ger zarok bawerîya xwe qewî bikin, bi hêvî bibin ev yek ji bo me şahîya herî mezin e.Li vê medreseyê her sal carekê bernameya nimêjê tê tertîpkirin. Em ji dê û bavan re tewsîye dikin ku nimêjê bi zarokên xwe bidin hezkirin û zarokên xwe teşwîqî îbadetan bikin.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir